Şandeyeke ji dîplomatên Qeterê ji bo gotûbêjkirina pêkanîna gavên dawîn ên lihevkirina agirbestê berê xwe da Tehranê.
Çavkaniyekî agahdar ji Reutersê re eşkera kir ku mûzakerevanên Qeterî di çarçoveya pêkanîna lihevkirina agirbestê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de vê sibehê ber bi Tehranan ve çûn.
Rayedarên DYA û Pakistanê gotin:
Peymana bidawîanîna şer dê îro were îmzekirin, lê Tehranê ev yek piştrast nekiriye.



