Guherîna avhwa wê cîhanê hejar bike

Guherîna avhwayê cihanê hejar dike.
Ev yek di encama lêkolînên tên kirin de jî piştrast dibe.
Di lêkolîna dawiya Zanîngeha Humboldt a Berlînê de hate gotin,
Ger pileya germanhiyê li gorî pêşbiniyên heyî dewam bike, heta 2100’î wê aboriya welatên hejar ji sedî 63,9 kêm bibe.
Ji 10 welatên sereke jî 8 li parzemîna Afrîka ne.

Pêşeroja aborî ya welatên xizan ku bandorên guherîna avhewayê lê giran in, di bin xetereyê de ye.

Di lêkolîna ku ji aliyê Zanîngeha Humboldt a Berlînê ve hat kirin de, tê pêşbînîkirin ku Dahata Navxweyî ya nesafî ya 65 welatên xizan û dewletên giravî yên biçûk heta 2050’î ji sedî 19,6 kêm bibe.

Li gorî lêkolînê, ger guhertina avhewayê di asta pêşbînîkirî de bidome, wê kêmbûna dahatê li van welatan heta sala 2100’an bigihêje ji sedî 63,9’an.

Li gorî pêşbîniya tê kirin heta 2100 wê germaniya global 2,9 pile zêde bibe.

Lê di lêkolînê de hat diyarkirin ku ger armanca 1,5 pileyî ya ji aliyê civaka navneteweyî ve hatiye danîn pêk were jî wê di GDP de kêmbûneke girîng were tomarkirin.

Ger li dijî guherîna avhewayê tedbîrên pêwîst bên girtin û hedefa 1,5 pileyî pêk were, wê kêmbûna dahata navxweyî ya nesafî ya van welatan heta 2050’î bibe ji sedî 13,1 û heta 2100’î ji sedî 33,1.

Andrijevic: Parzemîna herî zêde bandor bibe Afrîka ye

Di lêkolînê de her wiha hat destnîşankirin ku ji 10 welatên ku wê di warê aborî de ji germahiya global û guherîna avhewayê bandorê li wan bike 8 li parzemîna Afrîkayê ne.

Tê pêşbînîkirin ku ger di rewşa heyî ya avhwayê dewam bike, ev deh welat wê heta 2100’î bi kêmbûna ji sedî 70’ê dahatê re rû bi rû bimînin.

Analîsta avhewayê Marina Andrijevic ku kordînatora lêkolînê ye, diyar kir ku guherîna avhewayê şansên geşepêdana domdar ên welatên nîvgirava başûr bi giranî dixe xeteriyê.

Andrijevic destnîşan kir ku biryarên siyasî yên heyî wê ji bo pêşîgirtina li zirara zêde ya aboriyên neteweyî diyarker bin.

Di lêkolînê de pêşbîniyên serke li ser zêdebûna pileya germahiyê pêk hatiye.

Û li gorî vê jî wê hişkesalî û lehî her ku biçe zêdetir bibin.

Back to top button