Meşa Azadiyê di roja 6. de ye

“Meşa Azadiyê ya Mezin” a li Bakurê Kurdistanê di roja 6’an de ye.
Baskê meşa li Qersê gihişt navçeya Qereçobanê ya Erziromê.
Baskê meşê ya Wanê jî gihişt navçeya Silopiya ya Şirnexê.
Meşvanan di salvegera erdheja 6’ê sibatê de kesên ku di erdhejê de jiyana xwe dest dabûn, bi bîr anîn.

‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 6’an de ye.

Meşvanên Azadiyê yê baskê Qersê ku di saetên serê sibehê de ji Qopa Mûşê bi rê ketibûn, di destpêka Qereçobanê de ji hêla şêniyên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin.

MEŞVANÊN AZADIYÊ QURBANIYÊN ERDHEJÊ BI BÎR ANÎN

Meşvanên Azadiyê ji ber salvegera erdheja 6’ê Sibatê li navenda navçeyê tevî gel bê deng meşiyan.

Meşvanan qurdeleyên reş bi bestika xwe ve kirin û li navenda navçeyê daxuyaniyek dan.

Li navenda bajêr bi daxuyaniyekê kesên di erdhejên 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn û sersaxî ji malbatên wan re hate xwestin.

Salih Kûday: Aloziya li Tirkiyê ji ber şere

Piştî daxuyaniyê Meşvanên Azadiyê çûn rêxistina navçeyê ya DEM Partiyê.

Meşvanên Azadiyê: Em ê bi ser bikevin

Baskê meşê ya Wanê jî îro gihişt navçeya Silopiya ya Şirnexê.

Li vir jî meşvanan bi boneya salvegera erdheja 6’ê sibatê ya Mereşê, qurdeleyên reş li îşlîkên xwe kirin.

Dayikên Aştiyê jî meşvan bi kûlîlkan pêşwazî kirin.

Welatiyên ser rêyê bi çepik û nîşaneyên serkeftinê piştgirî dan meşvanan.

Meşvanan û girseya ji bo pêşwazîkirina wan hatibûn ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane deqeyeke rêz girt.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez salvegera erdhejê bi bîr xist û got:

“Yên ku dixwazin aştî, biratî û çareserî bê vê xakê bila piştgiriyê bidin me.”

Onur Duşunmez, her wiha bertek nîşanî tecrîda li îmraliyê da û ev tişy anî ziman:

“Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. Teqez em ê bi ser bikevin. Em zarokên Dayika Taybetê ne.

Em rêhevalên Sêvê ne. Em ê bikin ku birêz Ocalan azad bibe û azadî bê ser vê axê.”

Piştî axaftinan meşvana û girseya gel bi diruşmeyan berxwedana zindana silav kirin.

Tevî berf û sermaya zivistanê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ 5 roj in dewam dike

Back to top button