QSD’ê nasnameya 5 şervanên ku li dêrazorê şehîd bibûn eşkerekir

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 şehîdên ku di êrişa li Dêrazorê de şehîd bibûn eşkere kir.
QSD’ê di daxuyaniyê de soza hilanîna tola şehîdan da.

Doh milîsên Îranê li Dêra Zorê êrîşek esmanî li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk QSDˊê pêk anî.

QSD’ê nasnameya 5 şervanan îro eşkere kir.

QSD’ê têkîldarî şervanên şehîd ev tişt got:

“Hevalên me yên şehîd ji ber zulma çeteyên DAIŞ’ê û rejîma Sûriyeyê berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser û di nava QSD’ê de bi cih bûn.

Ji bo parastina aramiya herêmê xwe perwerde kirin.

Hevrêyên me di 5’ê Sibatê de di endcama êrişên milîsên Îranê de şehîd bûn.

Em soz didin malabata şehîdan û gelên xwe ku em ê tola şehîdan hilînin.”

Di dawiyê de QSD’ê ji malbatên şehîdan û gelê herêmê re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Emmar
Nav û paşnav: Bîla Mihemed El Seûd
Navê bav: Mihemed
Navê dayîkê Nehîde Mişewh
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2005
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

Nasnav: Demhat
Nav û paşnav: Ebdurezaq Ayiş El Seûd
Navê bav: Ayiş
Navê dayîkê; Hediye
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 200
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

Nasnav: Gelhat
Nav û paşnav: Emmar Dawûd Ebdulwehab
Navê bav: Dawûd
Navê dayîkê: Intîsar El Şerabî
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2001
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

Nasnav: Zagros Kelase
Nav û paşnav: Omer Dawîd Ebdulwehab
Navê bav: Dawûd
Navê dayîkê: Intîsar El Şerabî
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 2003
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024

 

Nasnav: Omer
Nav û paşnav: Mihemed Ehmed El Şerabî
Navê bav: Ehmed
Navê dayîkê: Tuhfe El Hac Ukle
Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Dêrazor-Meyadîn 1995
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-cihê petrolê yê El Omer, 5-2-2024″

Back to top button