Partiya Sûriya Pêşerojê bi boneya nêzbûna komploya navdewletî li navçeya Şedadê semînerek lidarxist û got: “Hêzên kapîtalîst di şexsê Rêber Apo de, vîna gelan, hedef digirre.”
Di semînerê de endamên saziyên civaka sivîl, partî, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê hazir bûn.
Endama rêveberiya Meclisa Partiyê Fatme El Taraf semîner bi rêve bir û behsa dosyaya dîlgirtina Rêber Apo kir.
Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Mihemed El Ferhan jî behsa hovîtiya dewleta Tirk li hember şoreş û serhildanên Kurdan kir û got:
“Wan xwest ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şoreşa gelan têk bibin, lê berovajî wê çêbû, êdî tirk û cîhan bi fikrê wî bawer in.
Her kes dizane ku beyî Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurd çareser nabe.”