Li ser asta herêmê Kompiloya Navnetewî bi çalakiyan hat şermezarkirin

15’ê Sibatê bi kompiloyek navnertewî Rêber Apo radestî Tirkiyê hate kirin.
Bi nêzbûna rojê re, bi çalakiyên curbecur hatin lidarxistin û kompilo hat şermezarkirin.
Di çalakiyên li ser asta bakur û rojhilatê Sûrî hate lidarxistin de, careke din baga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo û komploya navnetewî ciwanên navçeya Qinê ya Kobanê daketin qadan.

Piştî meşê Endama Kongra Star a navçeyê Fetûm Oso got: “Bi rêya komployê xwestin netewa Kurd tune bikin, lê biserneketin.”

Bi heman armancê ciwanên Minbicê jî meşek lidar xistin.

Ciwanên beşdarî meşê bûn gotin:

“Dewletên hegemon fikrên Rêber Apo li hember xwe xeteriyek dîtin, ji lewra ev kompilo pêk anîn.

Dewama vê komployê jî tecrîda ku niha li dijî Rêber me hatî şidandî ye.”

Ciwanan bang li aliyên hiqûqî, mirovî û mafên mirovan kirin ku bi erkên xwe rabin û rewşa Rêber Apo zelal bikin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê jî li Eyn Îsayê semînerek derbarê komployê de da.

Hate diyarkirin ku dewletên desthilatdar di serî de Tirkiyê xwestin di şexsê rêber Apo Kurdan û Tevgera Azadiya Kurdistanê tunde bikin ji lewra komployek bi vî rengî pêk anîn.

Li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniye yê Tebqayê jî pêşengehek ji bo pêşandana pirtûk û wêneyên Rêber Apo hate vekirin.

Li wir jî axaftin hate kirin û hate gotin: “Em komployê red dikin, çi pêwîst bike em ê bikin û Rêber Apo azad bikin.”

Li Şehbayê jî Meclisa Edaletê civînek lidar xist.

Di civînê de komploya navnetewî û berdewamkirina wê heta niha hate nirxandin.

Li Qamişlo jî Desteya Çandinî û Aboriyê semînerek derbarê kompoyê de da.

Di semînerê de bal hate kişandin ser firkir û felsefeya Rêber Apo û ev yek hate gotin:

“Divê em fikrên Rêber Abdullah Ocalan li her derê belav bikin.”

Her wiha li Tirbespiyê jî semînerek ji şêniyan re hate lidarxistin û sivizyonek derbarê komployê de hate pêşandan.

Di heman çarçoveyê de saziyên sivîl ên navçeyê dest bi çalakiya xwendina pirtûkên rêbertî kirin û dê ev çalakî heta 8`ê Adarê dewam bike.

Back to top button