Şaredariya gel ya Qamişlo piştî ku dest bi pirojeya veguhestina xanan ji Qamişlo bo derveyî bajar kir, xelkên gelek gundên ku piroje nêzî wan e nerazîbûna xwe nîşan dan.
Xelkên gundê Xizna, Hasûda, Sîha, Xerîçka û Gir Sîwar yê ser rêya di navbera Qamişlo û Dêrikê ji bo pirojeya Şaredariyê bi daxuyaniyeke fermî nerazîbûna xwe nîşan dan.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ew weke xwediyên erdan ji avakirina vî pirojeyî ne razî ne.
Her wiha xelkên gundên navbûrî anî ziman ku li gorî qanûnên heyî nabe daxwazên welatiyên werin paşguhkirin.
Di pirojeya Şaredariya Qamişlo de avakirina 400 xan hene û wê li ser rûbera 700 don erd werin avakirin.



