QSD‘ê bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanên xwe ragihand û soza domandina rêya wan da
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîsekî şehadeta 8 şervanan ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 8 şervan dema erka xwe ya têkoşînî û exlaqî pêk dianîn di dem û cihên cuda de şehîd bûne.
Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin “Hevrê Dilovan dema mîsyona xwe bi cih dianî di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû. Hevrê Mesûd, Demhat, Seydo, Sewac, Şervan, Ferhad û Henan piştî ku berxwedanê mezin raber kir û heya kêliya dawîn li ser erka xwe bûn, di êrişên komên êrişkar ên Şamê de gihaştin asta şehadetê.
8 şehîdan di dirêjiya tevlêbûna xwe ya nava hêzên me de, mînakên dilsozî, dîsîplîn û fedakarî nîşan dan. Mîrateyek fedakarî û dayîn li pey xwe hiştin. Bi şehadeta wan re, hêzên me bi dilsoziya xwe ya bêdawî û amadebûna xwe ya domdar ji bo hilgirtina berpirsiyariyê di şert û mercên herî dijwar û aloz de têne nasîn winda kirin.
Em bi serferazî fedakariyên wan bi bîr tînin. Em teqez dikin ku dê xwîna wan şahida îradeya parastina rêgezên ku jê bawer bûn, bimîne. Em sersaxiyê ji malbat, xizm û hevrêyên wan re dixwazin. Em soz didin şehîdên xwe û hevrêyên wan ku em ê bi israr û birydardarî û hemû rêbazan têkoşîna wan bidomînin.”

Nasnav: Dilovan
Nav û paşnav: Mistefa Mistefa
Navê dayikê: Eslem
Navê bav: Mehmûd
Cihê jidayikbûnê: Sirîn
Cih û dîroka şehadetê: Kobanê-10 Hezîran 2026

Nasnav: Mesûd
Nav û paşnav: Mesûd Mihemed
Navê dayikê: Elîfe
Navê bav: Reşîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-18 Çile 2026

Nasnav: Demhat Efrîn
Nav û paşnav: Welîd Îbrahîm
Navê dayikê: Elîfe
Navê bav: Silêman
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18 Çile 2026

Nasnav: Seydo Efrîn
Nav û paşnav: Welat Maimo
Navê dayikê: Şêrîn
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18 Çile 2026

Nasnav: Sewac
Nav û paşnav: Egîd Hebeş Bîlal
Navê dayikê: Medad
Navê bav: Beşîr
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 25 Kanûn 2025

Nasnav: Şervan Heleb
Nasnav: Ebdo Mûsa
Navê dayikê: Hela
Navê bav: Mûsa
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 17 Çile 2026

Nasnav: Ferhad Bilbil
Nav û paşnav: Rêzan Mihemd
Navê dayikê: Elmasa
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa-Sebahulxêr, 18 Çile 2026

Nasnav: Henan
Nav û paşnav: Henan Hebeş
Navê dayikê: Zelûx
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Reqa, 18 Çile 2026.



