“Meşa Azadiyê” ya li Parîsê dest pê kirî di roja 16’an de ye

“Meşa Azadiyê” ya 25 kesan ku ji Parîsê dest pêkir û heta Strasboûrgê biçe di roja 16’an de ye.
Meş îro jî li bajarê Villiers Le Bel a paytext Parîsê bû.

‘Meşa Azadiyê’ a ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê kir, li bajarê Villiers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê berdewam kir.

Meşvanan li ber şaredariya wir daxuyanî dan.

Meşvanan di daxuyaniyê de anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Her wiha çalakvana bang li gelê Kurd kirin ku dest ji têkoşînê bernedin û gotin:

“Ji bo mîtînga 17’ê Sibatê ya Kolnê û meşa ku wê sibe li Fransayê pêk were biherikin qadan.”

Her wiha di çalakiyê de xemsariya CPT’yê jî hate rexne kirin.

Li Fransayê ‘Meşa Azadiyê’ a ji bo azadiya Rêber Apo di roja 16. de ye

Back to top button