Rêveberiya Xweser: Bi êrişa Dêra Zorê dixwazin aramiya herêmê têk bibin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa Dêrazorê ya li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos ên girêdayî QSD’ê şermezar kir û got:
“Ev êrîş di çarçoveya lihevkirina Astanayê de pêk hat.
Hêzên vê êrişê pêkanîne dixwazin aramî û yekîtiya herêmê têk bibin”

Doh milîsên Îranê li Dêra Zorê êrîşek esmanî li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê pêk anî.

Di encamê de 6 şervanên QSD’ê şehîd bûn û gelek jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekî êrişa li ser Akademiya Perwerdeya Hêzên Komandos ên girêdayî QSD’ê şermezar kir

Rêveberiyê rûdana vê êrişê ku hemwextî operasyona mirovî û ewlehiyê wiha şîrove kir:

“Hedefgirtina Akademiya Perwerdê ya Hêzên Komandos ên girêdayî QSD’ê plana pêkanîna alozî û astengiya hewldanên hêzan ên pêkanîna îstîqrar û têkoşîna li dijî terorê ye.

Armanca wan aliyan krîzkirina rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wê krîzê bixin xizmetî berjewendiyên xwe.

Ji wan aliyan komên bi ser Îranê, rejîma Sûriyeyê ne.

Ev alî beriya çend mehan di armancên xwe yên derxistina alozî û fitneyê navbera pêkhateyên herêmê de li Dêrazorê bi bin ketin.”

Rêveberiyê her wiha daxuyakirin ku ev aliyên êriş pêkanîne dixwazin yekîtiya di navbera pêkhateyan de têk bibin.

“Ev êriş di çarçoveya lihevkirina Astanayê de pêk hat”

Rêveberiyê di daxuyaniyê de anî ziman ku ev êriş di çarçoveya lihevkirinên Astana yên dawî de pêkhatiye û ev bang kir:

“Divê gelê herêmê bi taybet yên Dêrazorê xeteriya van êrişan nas bikin, pêşî li aloziyê bigirin û helwestekê nîşan bidin.”

Di dawiya de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sersaxî da malbatên şehîdan û şîfaya lezgîn jî birîndaran re xwest.

QSD: Çekdarên Îranê li pişt êrişa li Dêra Zorê ye

Back to top button