QSD: Çekdarên Îranê li pişt êrişa li Dêra Zorê ye

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku Akademiyeke hêzên wan li Dêra Zorê bûye armanca êrişeke terorane.
QSD’ê ragihand ku di wê êrişê de 6 şervanên wan şehîd bûne.
Piştî lêkolînan QSD’ê piştrast kir êriş ji aliyê çekdarên Îranê yên li hermê ve pêk hatiye.

Piştî axaftinên Ferhad Şamî, QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyek nû parve kir.

QSD’ê destnîşan kir ku komên çekdarên Îranê, berpirsê êrişê ne û ji herêmên hikumeta Şamê ve êriş pêk anîn e.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

“Hêzên me, têkildarî êrişê lêpirsîn pêk anîn.

Di encamê de, diyar bû çekdarên Îranê ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de êriş pêk anîn e.”

Hêzên Komandos li kampa Holê ji bo 6 şehîdên li Dêra Zorê merasîmek pêk anîn

Hêzên Komandos yên li kamapa Holê jî piştî bihîstina şahadeta hevalên xwe, merasîmek pêk anîn.

Back to top button