Ji HPG’ê çalakiya tolhildanê: 2 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Ji bo tolhildana gerîlayên li Herêma Metîna bi çekên kîmyewî şehîd bûn, hêzên YJA Starê li dagirkeran dan.
HPG’ê eşkere kir ku di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiyê parve kir.

Ji bo hilanîna tola hevrêyên xwe ên bi çekên kîmyewî şehîd bûn, Gerîlayên Azadiyê çalakiya tolhildanê pêk anî.

Gerîla TV jî dîmenê keliyên çalakiyê ji raya giştî re weşand.

Derbarê çalakiyê de, Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG daxuyaniyek weşand.

HPG’ê ragihand ku 3’ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê yê herêma Metîna, dema ku dagirker li hev civiyan, bi çekên giran li wan hate xistin.

Di encama çalakiyê de HPG’ê eşkere kir ku 2 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn.

Têkildarî çalakiya pêk hatî jî artêşa Tirk a dagirker tenê mirina çawişekî pîspor eşkere kiribû.

HPG’ê da zanîn çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê ve ji bo hilanîna tola gerîlayên ku li heman herêmê bi çekên kîmyewî şehîd bûn hate lidarxistin.

Her wiha HPG’ê da zanîn 4’ê Sibatê li Girê Şehîd Heqî yê Herêma Xakurkê jî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Têkildarî êrîşên artêşa dewleta Tirkiyê a dagirker jî HPG’ê di dawiyê de got:

Ji 2 heta 4’ê Sibatê herêma Garê, Heftanîn, Xakurkê, Zapê û Metînayê bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

Back to top button