Tevî berf û sermaya zivistanê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ 5 roj in dewam dike

Tevî berf û sermaya zivistanê Meşvanên Azadiyê 5 rojin ji bo azadiya fîzîkî a rêber Apo û çareseriya pirsgireka Kurd dimeşin.
Meşvanên ku her cihê diçinê bi eleqeyeke zêde tên pêşwazîkirin.
Di rawestgehên îro yên li herêma Botanê û Serhedê de Rewiyên azadiyê û welatiyan gotin: “Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin.”

Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd, tevî berf û sermaya zivistanê gund bi gund tax bi tax digerin

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku i 1’ê sibatê ji Qers û Wanê dest pê kirin, 5 rojên xwe temam kir.

Meşvanên baskê Wanê li navçeya Qileban a Şirnexê meşa xwe dewam kirin

Meşvanên di baskê Wanê de cih digirin, îro li navçeya Qileban a Şirnexê meşa xwe dewam kirin.

Di hevdîtinê de coşeke zêde hebû.

Siyasetmedarên li vir axivîn gotin, Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin.”

Piştre jî meşvan derbasî bajarokê Gundikê Melê bûn.

Meşvanên Azadiyê li gundikê melê bi coş hatin pêşwazîkirin

Xelkê bajarokê bi dahol û zirneyan Rewiyên Azadiyê pêşwazî kirin.

Meşvan û xelk ji ketina bajarokê heta ber deriyê avahiya partiyê meşiyan û li wir govend gerandin.

Piştî serdana gundikê melê meşvan berê xwe dan Şirnexê

Meşvan piştre jî ber bi navenda Şirnexê ve ketin rê.

Li vir jî bi heman coşê Rewiyên Azadiyê ji aliyê welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

4 detayên cuda bi qasî 3 saniyan biherikîne

Baskê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ Qers jî di danê sibehê li navçeya Milazgir a Mûşê bi gel re hatin ba hev.

Baskê ‘Meşa Nezin a Azadiyê’ Qers li navçeyên Mûşê hate pêşwazîkirin

Kesên li derdor bi çepikan piştgirî dan meşê.

Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek li ber avahiya partiyê got:

Em ê ji bo şikandina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bimeşin. Serketin a wan e yên ku ji bo azadiya xwe ketine rê

Meşvanan, pişt re ber bi navçeya Kopê ve ku 3 kîlometreyan dûr e meşiyan.

Welatiyên li derdorê bi îşaretê serkeftinê piştgiriya meşvanan kirin.

Di daxuyaniya li navenda navçeyê hate kirin de Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Bahçecî, bertek nîşa tecrîdê da.

Bêrîvan Bahçecî bi bîr xist, keta ku tecrîd bidome wê tu kes li vî welatî bi awayekî azad nikare bijî.

Bakurê Kurdistanê-Meşa Mezin a Azadiyê di roja 4. de ye

Back to top button