Boykot û çalakiyên mamostayên Başûrê Kurdistanê dewam dikin

Bêtirî 4 mehin mamostayên li Başûrê Kurdistanê ji ber negirtina mûçeyên xwe di nava boykotê de ne.
Lê heta niha jî hikumeta Başûrê Kurdistanê daxwazên mamosteyan bicîh neaniye.
Lewma îro careke din mamosta daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.
Her wiha Partiya Komînîst a Kurdistanê jî li bajarê Hewlêrê dest bi xwepêşandanê kir, lê hêzên PDK’ê ew asteng kirin.

Zêdetirî 4 mehin mamostayên Silêmanî, Helebce, Koye, Raperîn û Germiyan ji bo mafê xwe boykot ragihandine.

Mamosta dixwazin mûçeyê wan were dayîn û mamostayên bi peyman jî werin tayînkirin.

Lê heta niha hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê daxwazên wan bicîh neaniye.

Li dijî vê bê helwestiya hikumetê jî boykot û çalakiyên mamostayan bê navber dewam dikin.

Îro careke din mamostayên li navçeya Çemçemal ya Silêmanî, Qeladiz, Germiyan û Helebceyê daketin qadan.

“Desthilata Başûrê Kurdistanê mafê mamosteyan binpê dike”

Mamostayan diyarkirin ku ev desthilat tenê bacê li ser wan zêde dike, nirxê pêdawistiyan giran dike û mafê herî bingehîn yê mamostayan binpê dike.

Di çalakiyê de bang li hikumetê hate kirin ku êdî daxwazên mamostayan paşguh neke û erkê xwe bicîh bîne.

Li Hewlêrê xwepêşandan destpê kir: Hêzên PDK’ê çalakî asteng kir

Partiya Komînîst a Kurdistanê jî ji bo piştevaniya daxwazên mamostayan û karmendan li bajarê Hewlêrê dest bi xwepêşandanê kir.

Lê hêzên PDK’ê rê nedan xwepêşanderan ku biçin ber avahiya hikûmeta dem borî ya Herêma Kurdistanê.

Piştre jî hêzên PDK’ê li derdora xwepêşenderan kombûn û destûra çalakiyê nedan çalakgeran.

Li Başûrê Kurdistanê kirîza mûçeyên karmendan didome

Back to top button