Çalakiya girtiyan a greva birçîbûnê ya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin di roja 71’ê de ye.
Her wiha Nobetên Edaletê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî dewame.
Çalakgran îro careke din qala girîngiya çalakiyan kirin û gotin: “Her kesê ji xwe re dibêje mirov divê deng bide girtîgehan.”
Li aliyê din çalakiya Nobeta Edaletê jî ya bi heman armancê li 7 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dewame.
Çalakgerên li bajarê Stenbol, Edene, Mêrdîn, Wan, Amed, Mêrsîn û Êlihê çareke din teqezî bi vê yekê kirin ku ew di daxwazên xwe di bi îsrarin.
Rêveberên DEM Partiyê, gelek Komeleyên cuda û gelek welatiyan serdana cihên çalakiyna kirin û piştgiriya xwe ya ji çalakiyê re dane nîşandan.
Çalakgran îro careke din qala girîngiya çalakiyan kirin û gotin:
“Her kesê ji xwe re dibêje mirov divê deng bide girtîgehan.
Têkoşîna li dijî tecrîdê, peywira me ya însanî ye.
Divê her kes xwedî li berxwedana dayik û jinan derkeve.
Divê tevahiya civakê di mijara Nobeta Edaletê de bihestiyar be.”
Welatiyên ku serdana çalakvanan kirin jî piştgirya xwe ya bi wan re anîn ziman û payama bilindkirina têkoşînê dan.