Li Kampa Holê qonaxa 3’an a operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” di roja 10 de ye.
Rêvebera kampa Holê cîhan Henan eşkere kir ku operasyon bi encameke erênî rêve diçe.
Her wiha bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo vergera zarok û jinên çeteyên DAIŞ’ê li welatên wan bi erkên xwe rabin.
Qonaxa 3’mîn a operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li kampa Holê îro 10 roje rêve diçe.
Heta niha zêdetirî 40 hevkarên çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Rêvebera Kampa Holê Cîhan Henan li ser encam û rêveçûna operasyonê ji kenala me re axivî.
Cîhan Henan: Xeteriya kampê bi geşedanên li herêmê girêdayî ye
Cîhan qala xeteriya kampa holê kir û wiha got:
“Operasyon û bidawîkirina operaysonê, xeteriya kampê kêm nake.
Xeteriya kampa holê bi rewşa herêmî re, girêdayî ye.”
Cîhan Henan: DAIŞ sûdê ji êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê digre
Rêvebera kampê eşkere kir ku şaneyên DAIŞ’ê li herêmê û bi teybet li kampa Holê sûdê ji êrişên dewleta Tirk li ser herêmê digrin.
Cîhan Henan: Divê hêzên navneteweyî malbatên DAIŞ’ê li welatên wan vegerînin
Cîhan Henan dawiyê bang li hêzên navneteweyî di serî de koalisyona Navneteweyî kir ku ji bo vegera zarok û jinên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampê ji bo welatên wan, bi rekên xwe rabin.