Di 6 mehan de, gelek operasyon li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hatin lidarxitin.
Beşê Ronahî TV yê lêkolîn û şopandinê agahiyên 6 mehan bi dest dixîne.
Li herêmên Rêveberiya Xweser, bêtirî 60 operasyonan pêk hatine û bêtirî 230 çeteyî hatine girtin.
Her wekî, pir hewldanên DAIŞ’ê jî hatine têkbirin.
Ji serê salê ve, operasyonên Hêzên Sûriya Demokratîk, Asayîş, YAT û HATê, yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê , bi piştgiriya Koalîsyona Navdewletî, bi rengekî xurt didomin.
Beşê Lêkolîn û Şopandinê yê Ronahî TV encamnameya operasyonên 6 mehên pêşî yên sala 2023’yan belge dike û eşkere dibe ku tevgera DAIŞ’êzêde dibe.
Nexasim ku çeteyan nêzîkî 70 êrişên terorane li herêmên Rêveberiya Xweser pêk anîne û tê de 48 kes ji sivîl û şervanan bûne armanc.
Li gor vê yekê, beşê me yê şopandinê karîbû hejmar û encama operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê jî bi dest bixe
Li gorî wê, bêtirî 60 operasyonên ewlekariyê li dijî DAIŞ’ê pêk hatine û bi rêjeya bêtirî 50% li Dêra Zorê ne.
Di encama van operasyonan de, zêdetirî 230 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin û bê radeya ji sedî 60 di meha çile de bû.
Her wekî di nava van operasyonan de, 9 çeteyên ku xwe radestî hêzên leşkerî û ewlehî nedikirin jî hatin kuştin.
Li hêleke din, di encama lêgerîn û şopandina li jêderên çekên DAIŞ’ê, bêritî 90 qaseyên çek û cebilxaneyan jî ketin destê hêzên operasyonan.
Ev rêjeya han eşkere dike ku DAIŞ bi rengekî veşartî hew dide xwe bide ser hev û fînanseya xwe ji herêmên dagirkirî û çolistana Sûriyê werdigire.
Ji ber ku, di van 6 mehan de, pir hewldanên wan ên pêkanîna komkujiyan jî têk çûne.