Dagirkeriyê navenda Tifla ya Safîkirina Sotemeniyê ya Dêrikê bombebaran kir

Dagirkeriya tirk duh bi şev careke din êrişî binesazî û çavkaniyên enerjiyê yên bakur û rohilatê Sûriyê kirin.

Duh 14 çileyê bi birêjahiya şevê dagirkeriya tirk bê navber herêmên bakur û rojhilatê sûriyê bombebaran kirin.

Di êrişên xwe de bi taybet çavkaniyên enerjî û jiyanî kirin armanc.

Balafira şer a dewleta Tirk navenda Tifla ya safîkirina sotemeniyê ya li herêma Koçerat a Dêrikê bombebaran kir.

Di encamê de ziyan li amûrên navendê bûn.

Dagirkeriyê 10 caran stasyona Gazê ya gundê Siwêdiyê bombebaran kir

Her wiha artêşa dagirker stasyona xazê ya li gundê Siwêdiyê yê di navbera Girkê Legê û Dêrikê de 10 caran bombebaran kirin.

Di heman demê de bi balafira bê mirov a bi çek jî stasyona Siwêdiyê ya çêkirina kerebeyê ya li heman deverê kir hedef.

Dagirkeriyê li Tirbespiyê stasyona Ude 5 caran bombebaran kir

Her wiha li navçeya Tirbespiyê jî dagikeriyê stasyona Ude ya petrolê û deverên din ên li aliyê rojhilat başûrê navçeyê 5 caran topbaran kirin.

Li navçeya Tirbesipiyê jî balafirên dagirkeriyê stasyonek petrolê ya li rojhilatê navçeyê û stasyona kehrebeyê ya bajêr bombebaran kirin.

Balafirên şer ên dagirkeriyê herdu stasyon 5 caran bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de li stasyonan şewat derket.

Li Dirbêsiyê jinek û 4 zarokên xwe birîndar bûn

Balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker navbera gundên Quneytra û Şensur, gundê Kerbetilê yên girêdayî Dirbêsiyê û navenda Tewmînê (kontrola bazarê) ya li navenda navçeyê bombebaran kirin.

Di bombebarana gundê Kerbetilê de xaniyê welatiyê bi navê Xalid Hiso hat hedefgirtin.

Di encama êrişê de hevjina Xalid Hiso Ehlam Ebdurezaq Remo û zarokên wan ên bi nave Can ê 4 salî û Rojan a 3 salî birîndar bûn.

Ehlam a ji lingê xwe, Rojan a ji serê xwe û Can ê bi sivikî birîndar bûn, veguhestin nexweşxaneyekê li Hesekê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê

Back to top button