Çiyayê herî mezin yê qeşayê a 68 heliya û êdî tineye!

Çiyayê A68 yê demekê, çiyayê herî mezin yê qeşayê bû, heliya û parçe parçe bûye.

Çiyayê herî mezin ê dinyayê yê qeşayê A68 heliya û hat aşkerakirin ku perçe perçe bûye.

Daîreya Qeşayê ya Neteweyî ya Amerîkayê, têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku çiyayê qeşayê perçeyî perçeyên bêhejmar ê biçûk bûye û êdî nayê şopandin.

A68 dema ku di Tîrmeha 2017’an de li sînorê Antarktîkayê ji bergeha parzemînê ya Larsen C’yê veqetiya, bi qasî 5 hezar û 800 kîlometre çargoşe mezin bû.

Par di meha Kanûnê de hatibû diyarkirin ku egeriyek heye çiyayê qeşayê li Girava Georgia ya Başûr a li başûrê Antarktîkayê bikeve.

Lê piştre ji ber çiya perçe bûbû ev xeter ji holê rabûbû.

Gelek zanyarên qeşayê diyar kirin ku veqetîna A68 a ji bergeha parzemîna Antarktikayê “pêvajoyeke xwezayî” ye û weke sedema helandinê jî nizmbûna wî nîşan dan.

Zanyaran da zanîn ku ji ber hevsengiya barîna berfê bergehên parzemînan ji beşa sereke vediqetin û gotin,

Eleqeya veqetîna A68 bi qrîza avhewayî ya mudaxaleya mirovan re tineye.

Back to top button