Dagirkeran ji navçeyên Raco û Şera du sivîl revandin

Sûcên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Efrîniyan didomînin, herê dawî dagirkeran ji navçeya Raco û Şera du sivîl revandin.

Çeteyên dagirkeriya Tirk li navçeya Raco şêniyê bi navê Zekeriye Ibrahîm Umer yê ji gundê Dodêh revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku 15’ê vê mehê, çeteyan bi tewanên ne rast Zekerî revand û heya niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

14’ê Nîsanê jî, li bajarê Ezazê çeteyan şêniyê bi navê Mihemed Elî Elo yê ji gundê Meydankê yê navçeya Şera revand.

Li gorî rêxistinê, ji ber Elî ji Efrîn û kurd e, çeteyan ew revand.

Ji aliyê xwe ve jî, Navenda belgekirina Binpêkirinan Li bakurê Sûrî eşker kir ku ji destpêka vê mehê, navên 13 sivîlên ku çeteyan li Efrînê revandine, belge kirine.

Back to top button