Çekya dîplomatên Rûsya dersînor kir

Li cihanê tevgera dîlpomasî ji her demê zêdetir bûye. Lê ev tevger dîplomasî vê carê krîza navbera aliyan kur dike û welatan li hev sor dike.

Dîplomatên Rûsî hatin dersînorkirin û yên Çekya jî li welatê xwe vegeriyan. Çekya rewş aloztir kir û şirketa Rûsya ji îhaleya avakirina santrala nûkleerî derxist.

YE jî bi eşkere piştevaniya Çekya kir. Li ser dîkê dîplomasiyek ne kêmî şerê leşkerî heye.

Krîza dîplomasî ya di navbera Amerîka û Rûsya de derketî di demeke kin de bi beşdarbûna welatên nû re geştir bû.

Polonya û Çekya jî li dijî Moskova ketin tevgerê.

Komara Çekya biryara dersînorkirina 18 dîplomatên Rûsya da.

Li dijî vê Moskova jî 20 dîplomat weke kesên nayên xwestin destnîşan kir û ji bo derketina wan ji welat jî 24 saet dem diyar kir.

Li ber avahiya konsolxaneya Rûsya ya li praga xwepêşandan pêk hat

Vê yekê hêrsa Çekya ya li dijî Moskova hîn zêdetir kir.

Komeke welatiyên Çekya li ber konsolxaneya Rûsya ya li paytext Pragê kom bûn û xwestin dîplomatên Moskova di zutirîn demê de werin dersînorkirin.

Bi zêdebûna jimara welatiyan li ber derê konsolosxane re, doh dîplomatên Rûsî ji avahî derketin û berê xwe dan Moskova.

Dîplomatên Çekya berê xwe dan welat

Divê navberê de dîplomatên Çekya ku Moskova ew dersînorkirin jî berê xwe dan balefirxaneya Shermetyevo.

Li wir dîplomatan tevî malbatên xwe pasaportên xwe kontrol kirin û berê xwe dan welat.

Çekya Rûsya ji îhaleya Santrala Nûkleerî derxist

Çekya ku ji vê gava Moskova bihêrsbûyî krîza heyî mezintir kir.

Wezîrê Pişesazî û Bazirganiyê yê Çekya Karel Havlicek li dijî Moskova pêngaveke dijber ya bazirganiyê avêt.

Karel Havlicek diyar kir ku wan şirketa Rosatom ya Rûsya ji îhaleya avkirina navenda Santrala Enerjiya Nûkleerî ya Dukovany derxistiye.

Havlicek dazaîn ku ev piryar roja Şemiyê bi Serokwezîrê welat Andrej Babis re girtiye.

Îhaleya qala wê tê kirin bi bihayê 6 milyar euro bû.

Rûsya biryara hikumeta Çekya bi siyasî binavkir.

YE piştevaniya Çekya kir: Pêwiste Moskova dawî li binpêkirinên xwe bêne

Li dijî vê yekê Komisyona YE piştevaniya xwe ya bi Çekya re ragihand û got:

Pêwiste Moskova dawî li van binpêkirin û xebatên xwe gefê yên li dijî Ewropa bêne.

Di daxuyaniya nivîskî ya hatî weşandin de hate ragihandin ku Çekya ji wezîrên Karên Derve yên YE piştevanî xwestiye.

Konsolê DYA yê Moskova li ser daxwaza Rûsya diçe Waşîngtonê

Di vê navberê de, konsolê DYA yê li Moskova John Sullivan wê di nava hefteyê de berê xwe bide Waşîngtonê.

Hate hînbûn ku serdana konsolê Amerîka li ser pêşniyara Wezareta Karên Derve ya Rûsya dê pêk were.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku piştî Amerîka li dijî Rûsya cezayên nû ragihandin Wezareta Karên Derve ya Rûsya konsolê Amerîka vexwendibû wezaretê.

Back to top button