Bi dehan welatiyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Birûsk re xwest

Bi dehan ji welatiyên Kobanê li gundê Bîrekurê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê Ş.Birûsk re, xwest.
Welatiyên Amûdê jî sersaxî ji malbata endamê Asayîşê Ş.Ferhad Dawûd re xwest.
Her wiha li Çilaxa, merasîmek bîranînê ji bo 11 şehîdên ku di demên cuda de şehîd bûne, hate lidarxistin.

Bi dehan welatiyên Kobanê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî li Herêma Firatê berê xwe dane gundê Bîrekurê û sersaxî ji malbata şehîdê HPG’ê Ehmed Bozan bi nasnav Birûsk , yê ku di şerê Zapê de şehîd bû, xwestin.

Di merasîma sersaxiyê de gelek kes axivîn û dan xuyakirin ku armnaca Dewleta Tirk ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dagirkirina wê ye û soza şopandina riya şehîdan dan.

Li ser navê malbata Şehîd Birûsk Kedîm Îdan axivî û diyar kir ku di vê qonaxa hestiyar de têkoşîn û berxwedanî bijarteya wan e.

Bi dehan şêniyên Amûdê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Dawûd re xwest

Li Amûdê jî, bi dehan ji şêniyên navçeyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û endamên saziyên civaka sivîl berê xwe dane Gundê Tobo û sersaxî ji malbata endamê Asayîşê Şehîd Ferhad Dawûd re xwest.

Di Mersamî de gelek axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Li Çilaxa merasîmeke bîranînê ji 11 şehîdan re hate lidarxistin

Li Çilaxa jî Saziya Malbatên Şehîdan merasîmek bîranînê ji 11 şehîdên ku di demên cuda de şehîd bûn, li dar xist.

Di merasîma bîranînê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis axivî û tekez kir ku rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca herî sereke ya rêveberiyê ye.

Piştre sînevizyonek derbarê berxwedana şehîdan de hate pêşandan û di dawiya merasîmê de, bawernameya şehadetê li ser malbatên şehîdên ku hatine bibîranîn, hatin belavkirin.

Back to top button