Elîf Ronahî: Dewleta Tirk ji aliyê aborî, siyasî, civakî û çandî ve têk diçe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê diyar kir ku gerîla wê heta dawiyê li ber xwe bide û wê ti hêzek nikaribe gerîla ji çiyayan dûr bixîne.
Ronanî bang li gel jî kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bike.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TV bû û der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker, berxwedan û çalakiyên gerîla de axivî.

Elîf Ronahî destnîşan kir ku pêngav ‘Dem dema azadiyê ye’ pêngaveke berxwedanê ya pir alî ye û li ser gelek hîman tê meşandin û got,

“Divê em bibînin ku bi rastî jî serketineke mezin bi dest xistiye. Lê belê ne di wê astê de ye ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike. Heta asteke girîng hatiye û li seranserê Kurdistanê çalakiyên bi bandûr hatine li darxistin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê balkişand li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û wiha domand:

“Di çarçoveya ‘Plana Têkbirinê’ de, ku hikumeta faşîst a Erdogan û dewleta Tirk sala 2014’an li dijî gelê me bi taybet li dijî tevgera Azadiyê bi êrişeke berfirek dan destpêkirin. Dijmin ji aliyê aborî, leşkerî û siyasî ve di destê Tirkiyê de çi derfet hebe ji bo tunekirina gelê Kurd û PKK’ê, ji bo bêbandorkirina Rêberê me li Îmraliyê xiste dewrê. Ji bo vê jî hêzeke hegemonîk nema ku tawîz neda. Lê dijmin nekarî plana xwe pêk bîne, bi ser neket.”

Elîf Ronahî: Gerîlayên YJA Starê di asta herî bilind de şer dikin

Elîf Ronahî bal kişand ser rola gerîlayên YJA Starê di nava çalakiyên giştî û çalakiyên xweser de.

“Şerê gerîla moral û hêz da gelê me. Her kes dixwaze bê qada şer û li gel gerîla bin.Berxwedana gerîla û derba ku lê dixe gelekî mezin e. Dewleta Tirk bi hêza ku heta jê tê dixwaze şer girantir bike. Ev têkoşîn cihê pesindayinê ye. Ne tenê ji bo jinên li Kurdistanê ji bo tevahiya jinên bindest ên li cîhanê di asta herî bilind de bi berpirsyarî radibe û şer dike.”

Elîf Ronahî: Serkeftin dê bi şerê gel ê şoreşgerî misoger bibe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî herî dawî got;

Ne dewleta Tirk ne jî hêzeke din kes nikare gerîla ji van çiyayan dûr bixîne.

Şert û mercên me yên şoreşê gelekî xurt in, divê ev yek baş bê nirxandin.

Back to top button