Parlamenterên Iraqê: Êdî bêdengiya li hember dagirkeriyê nayê qebûl kirin

Parlamenterên Iraqê diyar kirin ku ji ber bêdengiya Hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê dewleta Tirk dagirkerî û talankirina xwezaya başûrê Kurdistanê didomîne.
Parlamenteran dan zanîn ku dewleta Tirk piştî kuştin û komkujiyan, niha dest bi wêrankirina xwezayê kiriye û xwestin li dijî vê yekê helwest bê nîşandan.

Dewleta Tirk roj bi roj êriş û dagirkeriya xwe ya li ser xaka başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.

Li hemberî dagirkeriya Tirk, Iraq û Hikumeta başûr bêdengiya xwe diparêzin.

Dagirkerên Tirk bi êrişên xwe re, dest bi talankirina xwezaya Kurdistanê jî kirine.

Derbarê dagirkeriyê, parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî got, ji ber Hikumeta Iraq û başûr li hemberî dagirkeriyê bêdengin, dewleta Tirk sucên xwe didomîne.

Beldawî da zanîn ku birîna xwezaya Kurdistanê karesate û nayê qebûl kirin, divê parlamentoya Iraqê xwedî helwest be.

Parlamenter Katii Rikabî jî sedema dagirkeriya dewleta Tirk a hemberî xwezaya Kurdistanê, bi bê helwestî û bêdengiya Hikumeta Bexda û Hewlêrê ve girêda.

Rikabî got, tê xwestin parlamento li ser dagirkeriya dewleta Tirk û sucên li hemberî gelê Kurd bicive.

Çavdêrê siyasî Felah Meşel jî got, bêdengiya Hikumeta Bexda û Hewêrê ya li hemberî dagirkeriyê guman bi xwere çêdike.

Sucên li hemberî xwezayê, wê bibe sedema karesata jîngehê û belavbûna nexweşiyên mezin.

Aşna Abdullah: Gel xwezaya Kurdistanê şîn dike, dagirker talan dike

Endama Parlemana Herêma Başûrê Kurdistanê ya Partiya Goran Aşna Abdulah jî derbarê talankirina daristanên Kurditanê, li ser hesabê xwe ya medya civakî nerazîbûn nîşan da got:

Gel xwezaya Kurdistanê şîn dikin, dewleta Tirk ji talan dike.

Parlemen, hikumet û serokê Herêmê lê temaşe dikin û tu helwestekê nîşanî êrişên dagirkeriya Tirkiyê nadin.

Back to top button