LI Çelebiyê û Şedadê meşên girseyî li dijî tecrîdê hatin lidarxistin

Li dijî tecrîda giran û ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî yên li dijî Rêber Apo çalakî li herêmê têne lidarxistin.
Li Kobanê û Şedadê bi meşên girseyî Komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em ê ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo her di nava çalakiyên têkoşînê de bin.”

Bi sedan şêniyên Çelebiyê ya Kobanê, jin, ciwan û endamên saziyên sivîl daketin qadan û komploya navnetewî şermezar kirin.

Kesên ku beşdarî meşê bûn diyar kirin ku ew ê têkoşîna li hember tecrîdê dewam bikin.

Piştî meş bi dawî bû daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin:

“Hêzên hegemon û di serî de dewleta Tirk a dagirker ku heta niha şerê me dike armanca wan ew bû ku gel û Rêber Apo ji hev qut bikin.

Em jî wekî gelê herêmê dê heta dawiyê xwedî li firkir û felsefeya Rêber Apo derkevin û tecrîda giran a li dijî wî bişîninin.”

Her wiha li navçeya Şedadê ya Hesekê jî ciwan daketin qadan û komplo şermezar kirin.

Bi sedan ciwan, gaziyên şer, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.

Piştî meş veguherî mêtingê gelek axaftin hatin kirin û ev yek hate gotin:

“Fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelan guncawa bû, dewletên ku di komployê de jî cih girtin vê yekê xeterî li ser xwe dîtin ji lewra komplo li dijî wî pêk anîn.

Tecrîda giran ya li dijî Rêber Apo jî niha dewama vê komployê ye.

Em jî ji bo şikenadina vê komployê û azadkirina Rêber Apo bi fîzîkî dê her di nava çalakiyan de bin.”

Back to top button