Li Hesekê cenazeyê 4 şervanê QSD’ê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Hesekê, Çilaxa û Minbicê cangoriyên xwe bi merasîman spartin axê.
Di merasîman de soza tolhildanê hate dayîn.

Xelkê bajarê Hesekê ji bo oxirkina cenazeyê 4 şehîdên Hêzên Sûriya Dmeokratîk QSD’ê li goristana şehîd Dijwar kom bûn.

Şehîd Udey El Îbrahîm û Miwefeq Xilêf di berxwedana li hember êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê ya li rojhilatê Dêrazorê de şehîd bûbûn.

Şehîd Silêman Silêman û Essaf El Hesîno li bajarê Hesekê di êrişeke şaneyên DAIŞ’ê şehîd bûne.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hesekê Alan Hesekê sersaxî da malbatên şehîdan û soz da ku tola şehîdan hilînin.

Piştî axaftinan, wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Li Çilaxa cenazeyê şehîd Wail Mehmûd hat oxirkirin

Li Çilaxa jî merasîmê oxirkina şehîd Wail Mehmûd hebû.

Xelkê navçeya Çilaxa û Girkê Legê ji bo oxrkirina cenazeyê endamê Hêzên Erka Xweparastinê Waîl Mehmûd kom bûn.

Waîl Mehmûd 10’ê Sibata 2024’an şehîd bûbû.

Di merasîmê de kesên ku axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Piştire, wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Dawiyê de Cenazeyê Şehîd ber bi Goristana Şehîd Dilşêr a li navçeya Tirbespiyê ve hat birêkirin.

Xelkê Minbicê cenazeyê 2 cangoriyên xwe sipartin axê

Li aliyekî din jî xelkê bajarê Minbicê cenazeyên 2 cangoriyên xwe spartin axê.

Şervanê Meclisa Leşkerî Ahmed Ibrahîm û şervanê Hêzên komandos Hesan El-Ahmed 10’ê Sibata 2024’an li Minbicê şehîd bûbûn.

Back to top button