Ji bo azadiya Rêber Apo li Ewropayê çalakî dewam dikin

Li Ewropayê jî gelek çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şermezarkirina Komployê têne lidarxistin.
Yek ji çalakiyan ji aliyê enternasyonalîstan ve tê lidarxistin.
Ji meşvanan Lorî Kollonfaî hestên xwe yên têkîldarî çalakiyê anî ziman û got: “Rêber Abdullah Ocalan em ferî têkoşînê kirin, çênabe ku em bêdeng bimînin.”

Li gelek welatên Ewropayê bangên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind dibin.

Rojane daxuyanî têne dayîn û çalakiyên cur bi cur têne lidarxistin.

Doh li bajarê Basel ê Swîsreyê ciwanên enternasyonalîst dest bi meşa dirêj kirin.

Meşa Enternasyonalîstan di roja 2. de ye

Meşa dirêj di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hatiye destpêkirin.

Ji Almanya, Îtalya, Fransa, Swîsre, Katalanya, Portugal, Slovenya, Makedonya, Slovakya, Îngilistan û Welatê Baskê jî di nav de ji 13 welatan nêzî 200 enternasyonalîst tevlî meşê bûne.

Meşa di roja duyemîn de heta bajarê Saînt Loûîs ê Fransayê dewam kir.

Ciwanên Enternasyonalîst banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin

Ciwanên Enternasyonalîs di meşê de banga azadiya Rêber Apo kirin.

Her wiha bi rêya belavokan işaretê bi tecrîda li Îmraliyê û paradîgmaya Rêberê Apo dikin.

Kurdistanî jî di rê de beşdarî meşa enternasyonalîstan dibin.

“Ocalan me fêrî berxwedanê kir, çênabe em bêdeng bimînin”

Ji meşvanên dirêj Lorî Kollonfaî hestên xwe yên têkîldarî çalakiyê anî ziman û got:

“Ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya Ocalan, nedibû ku ez bêdeng bimînim.”

Çalakiya gireva birçîbûnê ya li bajarê Heîlbronn ê Almanyayê didome

Yek ji devera çalakiyê jî bajarê Heîlbronn ê Almanyayê ye.

Çalakiya greva birçîbûnê ji bo azadiya Rêber Apo û piştgiriya ji çalakiyên Nobeda Edaletê ye.

Çalakiya ku di 1’ê Sibatê de destpê kir wê heta 15’ê Sibatê dewam bike.

Ridwanê Dimilî: Divê di 17’ê Sibatê de her kes bê Kolnê

Back to top button