PYD têkildarî Komploya 15’ê Sibatê li Qamişlo forumek li dar xist

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD derbarê salvegra 25’an a komploya navneteweyî forumek li bajarê Qamişlo li dar xist.
Sîstema tecrîdê, berxwedana rêber Apo û gelan li dijî komployê, her wiha xurtkirina pêngava cîhanî ya azadiya fîzîkî ya rêber Apo mijarên sereke yên vê forumê bûn.
Di vê derbêrê nûçegihana me Raperîn Elî û kemîrevan Gulê Hacî ev nûçe ji me re amade kirine.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD derbarê salvegra 25’an a komploya navneteweyî forumek li hola Zane ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Ev foruma siyane ku PYD her sal bi nêzkbûna komploya 15’ê Sibatê birêxistin dike.

Forum di jêr serenava ”Felsefeya rêber Apo û berxwedana gelan, aştî û aramiya herêmê misoger dike” pêk hat.

Endamên partiyê, hiqûqnas û parêzer, endamên TEV-DEM, Rêveberiya Xweser, rûspiyên herêmê Kurd û Ereb û endamên saziyên civaka sivîl bi qasî 117 delege li forumê bûn.

Tecrîdê, berxwedana Rêber Apo û gelan mijarên forumê bûn

Forum li ser du rûniştina hatine rêvebirin.

Di beşê yekê de mijara sîstema tecrîda girankirinî ya li Îmraliyê, ji aliyê parêzerê rêber Apo Omer Guniş onlyan hat rêveberin.

Pê ve girêdayî jî berxwedan û têkoşîna rêber Apo li dijî komployê ji aliyê hevseroka ofîsa têkiliyên derve Semer Ebdulah ve giftogukirin.

Di rûniştina duyan de jî endama PYD’ê Perwîn Yûsif îşaret bi têkoşîn û berxwedana gelan li dijî komploya navneteweyî kir û ev got:

Her wiha hevserokê desteya Şaredariyan a kantona Cizîrê Silêman Ereb jî mijara girêngiya pêşxistina pêngava cîhanî ya azadiya fîzîkî ya rêber Apo û çareseriya siyasî ya doza gelê kurd bi rêvebir.

Kesên li furomê amade jî têkildarî çawaniya têkbirin û valaderxistina komploya 15’ê Sibatê xwedî helwest bûn.

Foruma Siyan a PYD bi encamnameyekê bi dawî bû.

Înîsiyatîfa Gel: Divê ji bo azadiya Rêber Apo asta çalakiyan bilindtir bibe

Back to top button