Li seranserî herêmê çalakiyên şermezarkirina komployê hatin lidarxistin

Bertekên li dijî komploya Navneteweyî zêdetir dibin.
Îro li Kantona Firatê, Cizîr, Reqa, û kantona Efrîn û Şehbayê bi çalakiyan slavegera 25’an a Komployê şermzarkirin.
Çalakvanan banga azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Li gelek deverên Cîhanê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel ji bo şermezarkirina Komploya Navnetewî û tecrîda giran ên li dijî Rêber Apo li qadan in.

Bi daxwaza azadkirina Rêber Abdullah Ocalan pêkhateyên herêmê ji biçûk heta bi mezinê wê di nava çalakiyan de ne.

Li dijî komploya navnetewî li navçeya Şêran konê çalakiyê hate vedan.

Li bin konê çalakiyê hate gotin:

“Armanca wan qutkirina Rêber Apo, gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ji hev bû.”

Gaziyên Şer ên Kobanê jî li dijî komloyê daxuyaniyek dan.

Hate diyarkirin ku êrişên li dijî herêmê û tecrîda giran a li dijî Rêber Apo ji komploya navnetewî ne qut in.

Ev jî xelkên taxa Şêx Meqsûdê bûn.

Rojane di çarçoveya kampaneya komkirina îmzeyan ji seat 12’ê nîvroj heta 4’ê piştî nîvro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îmze têne komkirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Apo jî li Şehba daxuyaniyek da û got:

“Divê hemû gelên aştîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”

Li Reqayê jî semînerek derbarê komploya navnetewî de hate lidarxistin.

Di semînerê de hate gotin:

“Li hember vê komployê bi hezaran kes rabûn û têkoşîyan.

Ji bo xwedîderketina li vê têkoşînê û azadkirina Rêber Apo divê em têkoşînê bidomînin.”

Yekîtiya Parêzerên Reqayê jî gotin:

“Em bêdengiya li hember tecrîda giran a li dijî Rêber Apo şermezar dikin û banga zelalkirina rewşa Rêbertî ya tenduristî dikin.”

Li Dêrikê jî bi heman armancê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de ev tişt hate ziman:

“Bi hevgirtina pêkhateyên herêmê em ê planên dewleta Tirk û hevalbendên wê vala derxin.”

Meclisa Dirbêsiyê jî bi armanca şermezarkirina roja 15’ê Sibatê civînek ji gel re li dar xist.

LI Çelebiyê û Şedadê meşên girseyî li dijî tecrîdê hatin lidarxistin

Back to top button