Înîsiyatîfa Gel a ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û banga bilindkirna asta têkoşîn û çalakiyan kir.
Daxuyanî li baxçeyê Rêber Apo yê li navçeya Ehdas hate xwendin.
Di daxuyniyê de hat diyar kirin ku komara Tirkiyê ji destpêka damezrandina xwe ve bi rê û rêbazên cuda hewla qirkirina kurdan dike û wiha ha gotin:
Tirkiyê bi salane bi riya komplo û komkujiyan dixwaze kurdan tune bike.
Pilankirina komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Apo jî berdewamiya van polîtîkayane.
Insiyatîfê di berdewamiyê de balkişand ser tecrîda li hember Rêber Apo jî û wiha got:
Ev nêzî 35 mehin ti agahî ji rêber Apo nayê girtin.,
Dewleta Tirk di kestayeta rêber Apo de dixwaze tevahî rojhilata navîn hedef bigre û bike navenda şer û kirîzan.
Bi girankirina tecrîdê re hemû zagonên Navanteweyî tên binpêkirin.
Divê ji bo rakirina tecrîd û azadiya rêber Apo li her derê cîhanê asta çalakiyan bê xurtkirin.
Ciwanên Minbicê: Em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin