Rojnamevan Silêman 111 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 111 rojin agahî nayê girtin.

Silêman Ehmed rojnamevanekî rojavayê kurdistanê ye.

Erka wî di ajansa Rojnews’ê edîtorê beşa erebê wegirtibû.

Silêman dema xwest di deriyê Pêş Xabûr re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Her ku diçe guman û fikir li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibe.

Lê mixabin PDk’ê rê nade ti kes hevdîtinê li gel wî bike.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî şermezar dikin.

Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin.

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

110 rojin Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Back to top button