Koçberên Efrînê li hemberî êriş û dorpêçê li ber xwe didin

Koçberên Efrînê yên li kampa Berxwedan dimînin diyar kir ku dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin û êrişên dewleta Tirk li hember berxwedana gel nabin bend.

Elîf Bîlal diyar kir ku zehmetiyên zivistanê yên heyî û dorpêça hikumeta Şamê li hember berxwedana gel nabe bend.

Elîf Bîlal têkildarî zehmetiyan jî got: ” Zivistan sar e û havînê jî germ e.

Ruxme hemû zahmetiyan jî koçberên Efrîn soz dane wê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Her wiha Mezlûm Fewzî jî diyar kir ku siyaseta birçîkirinê ya ku hikumeta Şamê dimeşîne wê bi berxwedana gel têk biçe.

Ebdîn Hemo destnîşan kir ku 6 sal e li Şehbayê di nava berxwedanê de ne û wiha domand: ”

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker armanc dikin em Şehbayê vala bikin.

Lê bila baş zanibin em ê heya rizgariya Efrînê di nava wargeha penaberiyê de têkoşîn bikin.”

Nîhal Îsa dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê şermezar kir û got:

“Dorpêça hikumeta Şamê barê jiyanê giran dike lê belê me rêyek berxwedan hilbijartiye.

Back to top button