HPG’ê şehîd Alî Firat bi rêzdarî bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê gerîla Alî Firat bi bîr anî.
HPG’ê sersaxî ji malbata hêja a şehîd û tevahî gelê Kurdistanê re xwest û got:
“Em ê xwîna şehîdên xwe yên fedaî ti carî li erdê nehêlin, meşa wan a fedaîtiyê ji xwe re bikin esas.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekê şehîd eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku gerîla Alî Firat di sala 2018’an de li Manîsayê şehîd bû û wiha got:

Hevrêyê me Alî Firat ku şopdarê xeta Zîlan û milîtanê fedaî yê Apoyî bû, di 13’ê Tîrmeha 2018’an li Manîsayê şehîd bû.

Gerîla Firat dema ku bi erka xwe radibû, li polîsên dewleta Tirk rast hat, tevî ku bêçek bû ji aliyê dijmin ve hate înfazkirin û şehîd ket.

HPG’ê sersaxî ji malbata hêja a şehîd û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

HPG: Em soz didin ku xwîna şehîdên xwe yên fedaî li erdê nehêlin

Em soz didin ku mîna hevrê Alî xwîna şehîdên xwe yên fedaî ku şopdarên Zîlan in ti carî li erdê nehêlin.

Her wiha meşa wan a fedaîtiyê ji xwe re bikin esas û armanca wan bi ser bixînin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Alî Firat
Nav paşnav: Nacî Dayangaç
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik: Husna
Bav: Kasim
Dem û cihê şehadetê: 13’ê Tîrmeha 2018 / Manîsa

Back to top button