Şahidên berxwedana 14’ê Tîrmehê qala wê demê kirin

Şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, diyar kirin ku berxwedana derketiye holê ji bo hemû şoreşgerên cîhanê bûye mînak û gotin ku peyama ku hatiye dayîn jî “berxwedan” bûye.

D 14’ê Tîrmeha 1982’yan de li girtîgeha Amedê li dijî êşkence û pêkanînên li dijî mirovahiyê, berxwedaneke bêhempa rû da.

Ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê M.Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ji bo parastina rûmeta gelê xwe, bedena xwe kêlî bi kêlî helandin.

Ji şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin Berdevkê Komeleya 78’an a Şaxa Mêrdînê Arîf Tûrgay û Beşîr Dundar behsa wê demê kirin.

Arîf Tûrgay: Serîhildana Mazlûm ji bo girtîgehê bû ronahî

Arîf Tûrgay anî ziman ku li dijî îşkenceya li girtîgehê pêdivî bi rêyeke xelasiyê hebû û yê vê rêyê vekir jî Mazlûm Dogan bûye.

Tûrgay diyar kir serîhildana Mazlûm ji bo girtîgehê bû ronahî û wiha got:

Çalakiya Mazlûm li girtîgehê bandor li kadroyan, li rêveberiya girtîgehê û gel kir.

Mazlûm peyamek da; ‘Teslîmiyet ber bi îxanetê, berxwedan ber bi serkeftinê ve dibe.’

Piştî ku çalakiya Mazlûm hat bihîstin, kadroyên şoreşê pêvajoyeke nû danîn ber xwe.”

Tûrgay bilêv kir ku di 14’ê Tîrmehê de bi pêngava Hayrî Dûrmûş jî pêvajoyeke nû ya berxwedanê dest pê kir û bersiv daye peyama Çaran.

“Berxwedana wan ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû şoreşgerên cîhanê bû mînak”

Tûrgay îşaret bi qewimînên pêvajoya 14’ê Tîrmehê kir û ev tişt gotin:

“Di nava wê îşkenceyê de vîneke bêhempa dan der û heya jiyana xwe ji dest dan têkoşiyan.

Gava mirov di çaçroveya van her sê çalakiyan de li Zindana Amedê mêze bike; mirov dikare bibîne ku ka Zindana Amedê cihekî çawa bûye.

Çalakiya Mazlûm çawa çalakiyeke girîng bû, çalakiya Çaran jî, 14’ê Tîrmehê jî ew qasî mezin bû.

Ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû şoreşgerên cîhanê bû mînak.

Beşîr Dundar: Peyam ev bû, tu yê li ber xwe bidî û bitêkoşî

Yek ji şahidên wan rojan Beşîr Dundar jî anî ziman peyama çalakiyan berxwedan bû û wiha axivî

Roja ku kekê Kemal biryara rojiya mirinê da, hat qawîşê û got, ‘barekî mezin ji ser milê min rabû.’

Peyam ev bû, tu yê li ber xwe bidî û bitêkoşî. Ger zilm hebe, tu yê li ber xw ebidî.

Duran Kalkan: 14’ê Tîrmehê mîrateyeke mezin afirand

Back to top button