Li Îtalya biryarek sosret: Ji 10 saniyan kurtir be ne tacîz e

Li Îtalya dadgehê destdirêjiyek li ser jinek cîwan bi hinceta ‘tenê 10 saniye kişandiye’ red kir. Biryara sosret ya dadgehê ku pêşî li destdirêjiyên nû vedike li Îtalya û ragihandinên Ewropa bûye rojev.

Pirsgirêkên jin, jiyan dike dibe rojev.

Di piranî bûyerên dest dirêjî li ser jinê de dewlet pişta yê êrîşkar girtiye û doza hatî vekirin jî vala derxistiye.

Herî dawî li welatê Ewropa Îtalya bûyerek wiha rûda.

Jinek cîwan ku ji ber destdirêjiyek li ser xwe doz vekirîbû ji aliyê dadgehê ve bi hinceta ku ‘destdirêjî tenê 10 saniye kişandiye’ hate red kirin.

Bûyera destdirêjiyê Nîsana 2022’an li paytexta Îtalya Roma rûdabû.

Keça cîwan ya 18 salî a bi navê Laura dema li dibistana amadeyî dixend karkerekî 66 salî yê li dibistanê dest dirêjî lê kiribû.

Laura li ser vê yekê doz vekir.

Dadgehê bi hinceta ‘kêmî 10 saniye bû’ daxwaza cezakirina êrîşkar bo 3,5 sal cezayê zîndanê red kir.

Karkerê 66 salî yê bi navê Antonio Avola ruxmê qebûl kirîbû ku bê rizaya Laura destdirêjî lê kiriye, bêyî cezayek bigre hate berdan.

Ev biryara sosret Îtalya hejand.

Li ser vê buyerê li Îtalya nerazîbûn û bertekek mezin pêşket.

Hem di qada dijîtal de bi videoyên dijî vê biryara dadgeha Îtalya ji aliyê bi hezaran kesî ve, di nav de kesên navdar yên welêt jî hene tê protesto kirin.

Di vê navberê de ragihandina cîhanî jî cihek berfireh da vê rojevê.

Li gora çavkaniyên ragihandina navnetewî Parlamenterê Partiya Çep-Demokrat ya Îtalya Brando Benifei ku Parlamena Ewropa de cîh digre jî berteka xwe bi van gotinan anî ser ziman:

“Heger 10 saniye ji were kurt tê, ka bo 10 saniye destê xwe ji agir nerevînin, emê we, wê demê bibînin.”

Back to top button