Li Ewropa pila germahiyê 40 derbas kir

Li hin deverên cîhanê baran zêde li hin deveran jî germahiya zêde jiyan li mirovan zehmet kiriye.
Germahiya zêda a li Ewropa mohra xwe li dîrokê dide.
Pêla germaya ya ku ji 40’î derbas kiriye tê texmîn kirin ku heta 48’an biçe.
Lewma Meteorolojiyê li ser germahiya zêde hişyarî da.

Germahiya zêda ya li Ewropa yê jiyan li mirovan gelek zehmet kiriye.

Pêla germê li Ewropa 40 derbas kir.

Li hin cihan dibe ku pila germahiyê hîn zêdetir bibe.

Bi taybetî li Spanya, Fransa, Yewnanîstan, Hirvatîstan û Tirkiyê germahiya herî zêde tê hîskirin.

Ji ber germahiya zêde li Îtalyayê hişyarî hate dayîn.

Tê texmînkirin ku li wir pila germahî bigihêje 48,8.

Li Îtalya ji ber pileya germahiyê karkerek mir

Li bakurê welêt ji ber rewşa germ a hewayî roja Sêşemê kesekî bi temenê 40 salî jiyana xwe ji dest da.

Medyaya Îtalî ragihand, xebatkarekî ku li bajarê Lodî rêka asfaltê zift dikir, ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest da.

Siyasetmedarê Îtalî Nicola Fratoianni bi peyama “Em bi pêleke germahiyeke bê tehemûl re rû bi rû ne” balkişand ser germahiya zêde.

Li ser bûyera mirinê a ku li Lodi rû daye, Fratoianni xemgîniya xwe anî ziman û destnîşan kir divê mirov pêşî li van trajediyan bigire.

Bi vê yekê re li ser asta Ewropayê pêla germahiya herî zêde li Îtalyayê hate tomar kirin.

Li Tirkiyê ji ber germahiya zêde hişyarî hate dayîn

Li Tirkiyê jî Rêveberiya Meteorolojiyê li ser germahiya zêde hişyarî da.

Li gorî wê li başûr û rojava yê welêt wê heta 12-18’ê Tîrmehê germahî 5 heta 10 pile, zêde bibe.

Bi vê yekê re li Antalyayê sibe dibe ku germahî bigihêje 44 pileyî.

Di nava 120 hezar salên dawî de pila herî germ tê jiyan kirin

Tê texmînkirin par li Ewropayê ji ber pirsgirêkên pêla germê 60 hezar kes mirin.

Ji Zanîngeha Leipzig Karsten Haustein diyar kir ku ev meh dikare wekî meha herî germ a dîrokê were tomar kirin.

Li gorî Karsten Haustein di 120 hezar salên dawî de asta pila germahiyê ya herî bilinde tê dîtin.

Back to top button