Navenda Çanda Kurd a Valaîsê li paytexta Kantona Vallaîs a Swîsreyê Sîonê di çarçoveya pêngava “100 hezar qert” a ji bo Rêber Apo hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re bi dehan qert hatin nivîsîn.
Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Valaîsê Ruşen Tutku têkildarî pêngava ku hatiye destpêkirin agahi da.
Ruşen Tutku anî ziman ku li 74 welatên cîhanê ji bo şikandina pêngavê hatiye destpêkirin û got:
“Em weke Kurdistanî bi awayekî aktîf beşdarî vê pêngavê bûne.
Kurd û raya giştî ya bi hesasiyet tevdigerin tecrîda li ser Rêbertî tenê bi wî re sînordar nakin.
Em bi taybetî dixwazin jin û ciwan vê pêngavê bi xurtî hembêz bikin.”
Li Stûttgartê ji bo Abdullah Ocalan pêngava 100 hezar qert
Federasyona Gelên Kurdistanê-FED-GEL’ê jî ragihand ku ji bo ji Abdullah Ocalan re qertan bişînin ji bajarê Almanya Stûttgartê dest bi pêngavê kirine.
Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça di civîna pêngavê de axivî û got:
“Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser gelê kurde.
Ji bo wê jî em banga xwedîderketin û beşdarbûna pêngavê li her kesî dikin.”
Li Hollandayê ji bo Rêber Apo pêngava 100 hezar qert hate destpêkirin