Endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê li ser êrîşên dewleta tirk axivî û gotin:
“Armanca dewleta Tirk a dagirkrer ji êrişan vejandina DAIŞ’ê ye.”
Berdevka Nivîsgeha Jinan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Reqayê Xedîce El Cerif diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê sûcên şer in û got:
“Em jî bi hevgirtinekê li hember van êrişan li ber xwe didin.”
Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Mehyedîn El Dêf jî got:
“Armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.
Ji bo vê armancê pêk bîne binesaziya herêmê û sivîl û jin û zarokan dike hedef. ”
Cîgira serokê Meclisa Reqayê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Fatme El Elî jî wiha axivî:
“Piştî erêkirina hevpeymana civakî ya nû dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmê giran kirin, ji ber ku ev gava me tirs xist dilê dagirkeran.”
Xelkê Kobanê, Şehba, Minbic û Helebê li dijî êrişan peyamên berxwedaniyê dan