NRLS derbarê mijara koçberiyê de li Qamişlo komcivînek li dar xist

Îro “koçberî û koçberkirin, sedem, encamên koçberiyê, Bangên vegerê, pêşxistin û parastina herêmê bûn mijara Komcivînekê.
Komcivîn, ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk NRLS ve li bajarê Qamişol hat li darxistin.
Bi berferehî ev mijar hatin nîqaşkirin û bi encamnameyekê bi dawî bû.

Bi armanca nîqaşkirina mijara koçberiyê û bi taybet koçberiya bi darê zorê,

Îro Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratîjîk NRLS li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, komcivînek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Komcivîn bi dirûşma “Koçberî û koçberkirin li herêma Bakurê û Rojhilatê Sûrî, sedem, encam, pişniyar û çareserî’ hate birêvebirin.

Di komcivînê de ji nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanê KNK’a Rojava, rewşenbîr, akadimisyen û gelek sazî hazir bûn.

Komcivîn li ser 2 rûniştinan bi rêve çû.

Rûniştina yekê derbarê Koçberî û koçberkirin, sedem û bandora wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Rûniştina 2’emîn jî, li ser Çareserî û pişniyarên kêmkirina asta koçberiyê bû.

Beriya wê jî rûniştineke civakî ku di nav de birîndarên şer û kesên ji warê xwe koçber bûne jî amade bûn.

Yek ji wan jî zarokê bi navê Mihemed yê ji Serê Kaniyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi gaza fosorê hatibû şewtandin.

Di Komcivînê de senevzyon û spotên ku derbarê koçberiyê de hatibûn amadekirin jî hatin pêşandan.

Ji bo rêgirtina li ber koçberiyê jî mijarên çandî, civakî, aborî, ramanî û perwerdeyê hatin nîqaşkirin.

Komcivîna ku 8 saetan dewam kir, bi encamnameyê bi dawî bû.

 

Back to top button