Endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Efrînê Velantîna Ebdo der barê armanc û encamên dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî û got: Dorpêç di mercên zivistanê de giran dibe.”
Di serî de Velantîna Ebdo destnîşan kir ku kirîza Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe.
Velantîna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka sûrî nirxand û wiha got:
“Eger hikumeta Şamê rêgirtina li ber derbaskirina madeyên sereke bike di zivistanê de girantir bibe. Dorpêş êdî gefê li jiyana şêniyan dixwe.
Velantîna wiha domand: “Li hember hewldanên têkbirina rizgarkirina deverên dagirkirî û vegera gel, gel li ser şopa fikrê Rêber Apo berxwedaneke mezin dide meşandin.”
Di dawiya axaftina xwe de Velantîna Ebdo destnîşan kir ku eger dorpêç û siyaseta birçîkirinê bidome dê karesetên mirovî rû bidin.