Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê hindek maye xebatên berfirehkirina nexweşxaneya Niştîmanî ya kevin û ya nû bi dawî bike, ku rêjeya temambûna projeyê gihîşt ji sedî 90.
Nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqayê piştî kontrolkorina çeteyên DAIŞ’ê li ser Reqayê hatibû wêrankirin.
Piştî rizgarkirina Reqayê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê hewl da nexweşxaneya Niştîmanî ji nû ve çalak bike.
Niha jî, li nexweşxaneya Niştîmanî ya Reqayê 4 qat û gelek beş hene.
Qatên sêyemîn û çaremîn jî ji odeyên nexweşan pêk tên.
Cîgirê hevseroketiya Komîteya Tenduristiyê Ebdurezaq El Elî got:
“Armanc ji vê projeyê sivikkirina barê welatiyan di aliyê madî de ye.
Di encama vê berfirehkirinê de hemû beşên nexweşxaneyê dê bên berfirehkirin.
Lêçûna vê projeyê 698 hezar dolar e û rêjeya temambûna xebatên çaksazî û ji nû ve amadekirinê heta niha ji sedî 90 e.
Tê payîn destpêka sala 2024’an proje bi temamî biqede.”