Di turnovaya futbolê de ku Tevgera Xwendekarên Demokratîk bi dirûşma “Werin Cenga Azadiyê” li dar xistiye de, tîma Xwendekarên Ermen bû şampiyon.
Turnova di çarçoveya teşwîqkirina ciwanan li ser werzîşê û pêşxistina behreyên wan de hat lidarxistin.
Maçên turnovayê, li stada Muhterîfîn a nêzî çerxerêya El Sebax a Hesekê bi tevlêbûna 5 tîman li dar ket..
Îro maça dawî di navbera Xwendekarên Ermen û Xwendekarên Ezîziye de bû.
Di dawiyê de tîma Xwendekarên Ermen bi encama 1-0 bi ser ket û di turnovayê de bû şampiyon.