Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê duyemîn konferansa xwe li Kobanê li dar xist. Di konferansê de qale pêşengiya Jinan ji serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hat kirin û hat gotin: Ew ê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî biserbike. Kongre bi erkdarkirina berdevkekê, du cîgerên meclisê û 70 endamên Meclisa Giştî ya Jinan bi dawî kir.
Meclisa Jinan xebatên du salan bi sînefizyonekê pêşanda û paşê hilbijartin dest pê kir
Piştî hilbijartinan Xaliye El Kehwan berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Semîre El Ezîz û Zozan Şemo cîgira wê hatin hilbijartin.
Her wiha 70 endam ji bo Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê hatin hilbijartin.
Li gorî kongreyê encamname wiha ye..
Dosyayên qetilkirina jinan jê dosyaya siyasetmedar şehîd Hevrîn Xelef ji dadgehên navneteweyî û cezayî re were rakirin û şopandin.
Asta têkoşîna li dijî siyasetên dagirkeriyê yên li dijî jinan tê meşandin, bilind bikin.
Xebata diplomatîk xurt bikin û têkiliyên bi rêxistin û tevgerên jinan li hundir û derveyî Sûriyê re pêş bixin.
Jinên sûrî tevlî xebatên siyasî bikin û wan bixin navendên biryardayînê.
Tevahî biryarên navneteweyî yên girêdayî çareseriya aloziya Sûriyê weke biryara 2254 û 1325 ên taybet girêdayî beşdarbûna jinan di xebata aştiyê de, aktîv bikin.