Leşkerên Tirk ketine nava gundên Biradostê û rê nadin xelk biçin ser gundên xwe

Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker ketine nava gundên Biradost û nahêlin xelk biçin nav gundên xwe û wesayîtên wan tên temaşekirin.

Ev dîmenên ku ajansa rojnewsê belavkirine leşkerên tirkiyê li başûrê kurdistan weke ku axa wî ye tevdigere, li gor kêfa xwe gundan dixe rêzê, dideftişîne û nahêle gundî biçin malên xwe

Leşkerên artêşa dagirker ku li başûrê kurdistanê gundê Hêşme ya li herêma Biradostê êdî weke qadeke tirkiyê tevdigere.

Leşkerên Tirk kesên dixwazin biçin ser gundên xwe, di lêpirsînê re derbas dikin û li wesayîtên wan temaşe dikin; nahêlin xelk bi awayek asayî bikevin nava gundên xwe û vegerin bajêr.

Hêjayî gotinê ye gundê Hêmşe 50 kêlometre ji navenda Sîdekan dûre. Ji sala 2017’an heya niha dewleta Tirk ad agirker nêzî 20 baregehên leşkerî li Herêma Biradostê bi alîkariya PDK’ê avakiriye.

Back to top button