DR. Mentik: Eger şerek li Başûr pêk bê, wê tiştek bi navê Kurd nemîne

Mamosteyê zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Mentik diyar kir ku “eger şerek li Başûrê Kurdistanê çêbibe, tiştekî bi navê Kurd wê nemîne”. 

Dr. Kameran Mentik da zanîn ku çêbûna her şerek li Başûrê Kurdistanê, wê bi be sedem ku herêm bikeve ser Tirkiyê û tiştek bi navê Kurd nemîne.

Mendik diyar kir ku “Amerîka û Tirkiye dixwazin Başûrê Kurdistanê û herêmên sînorî bi Tirkiyê ve girêdin”.

Mamostayê zanîngeha Selahedînê Dr. Kameran Mentik,bang li aliyên Kurd kir ku “divê rê nedin şerekî di nava Kurdan de çêbibe”.

Back to top button