Li Til Temirê şehîdên 23’ê Sibata 2015 hatin bibîranîn

Doh salvegera 9’emîn ya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser gundên Asûriyan a navçeya Til Temirê bû.
Bi vê boneyê şêniyên navçeya Til Temirê şehîdên 23’yê Sibata 2015’an bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan.

Merasîm bi dirûşma “Ji Sêfo heta Similê…berxwedana me didome” hat li darxistin.

Bi dehan welatiyên ji pêkhateyên cuda, partiyên siyasî û hêzên leşkerî beşdar bûn.

Li vir endamê Desteya Rêveber a Partiya Aşûrî ya Demokratîk Wail Mêrza axivî.

Wail Mêrza şehîdên êrişê bi bîr anîn û soz da ku dê têkoşîna wan li dijî çeteyan bidome.

Rêveberê Rêxistina Asûrî Gabrîêl Moşî jî anî ziman ku ew bi saya şehîdan li vir in.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm da zanîn ku ew êrîş li gorî qanûnên navneteweyî sûceke qirkirinê li dijî gelê Aşûrî ye.

Rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryanên Asûrî Cemîl Behî Osî soza şopandina rêya şehîdan da.

Xelkê Til Temirê şehîdên 23’yê Sibatê bi bîr anîn

Back to top button