Hêzên Asayişê: Li Tebqayê 2 bazrganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Asyişê yên Têkoşîna Dijî madeyên narkotîk li Tebqayê, 2 belavkerên narkotîkê, li Kobanê jî şebekeyek dizî û bazirganên narkotîkê ku ji 17 kesan pêk dihat girtin.

Hêzên asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe ya li dijî madeyên narkotîk bi berfirehî didomîne.

Navenda ragihandinê ya Hêzên Asayişê ragihand ku hêzên wan yên Têkoşîna Dijî madeyên narkotîk li Tebqayê, 2 bikarhêner û belavkerên madeyên narkotîk girtin.

Navendê li ser malpera xwe ev agahî parvekir:

“Hêzên me agahî wergirtin ku hin kes li nava Tebqayê madeyên narkotîk difiroşin û bi kar tînin.

Piştî şopandinê û lêkolînê, 6’ê Şibatê hêzên me yên têkşîna li dijî madeyên narkotîk bi ser 2 kesan de girtin.

Di serdegirtinê de,18 hezar û 678 hebên narkotîk hatin girtin.”

“Li Kobanê şebekeyek dizî û bazirganên narkotîkê hatin girtin”

Her wiha navendê bi daxuyaniyek cûda ragihand ku hêzên wan şebekeyek dizî û bazirganên Narkotîkê li Kobanê girtin.

Têkildarî mijarê navendê ev agahî parvekir:

“27’ê Çile li Kobanê hêzên me 2 kesên bi gumana Narkotîkê de girtin.

Piştî lêpirsînên bi wan kesan destpêkir hêzên me gihiştin şebekeyekê ku bazrganiya narkotîkê dikin.

Piştî kar û xebat, 17 kes ku di nav wan de jinek jî heye hat in girtin.

Di serdegirtinê de gelek madeyên narkotîk û tiştên ku wan kesan dizîbûn hatin girtin.”

Navendê da zanîn ku di nava wan kesan de kesên dizî dikir, diziyên xwe bi hebên Narkotîkê diguhertin.

Asiyşê diyarkir ku hemû kesên sûcdar bi delîl û şahid ji dozgeriya giştî re hatin şandin da ku tedbîrên pêwîst ji bo wan bê standin.

Asyîşê bang li gel kir ku di mijarên bi guman de hêzên wan agahdar bikin.

Minbic: 2 bazirganên narkotîkê hatin girtin

Li Minbicê jî roja 17’ê Sibatê, di encama lêpirsîn û şopandina hêzên asayîşê 2 kesên ku madeyên narkotîk li nava bajêr bikar dianîn û belav dikirin, hatin girtin.

Di encama girtinê de ev tişt bi wan re hat dîtin:

hebên Kaptagon 78, 400 hebên Protîkara eyar 150, 34 Hebên hişbir ên curbecur, Amûrên bikaranîna hişbirê..

  • hebên Kaptagon 78
  • 400 hebên Protîkara eyar 150
  • 34 Hebên hişbir ên curbecur
  • Amûrên bikaranîna hişbirê

Hêzên asayîşê herî dawî bang li hemû welatiyan kir ku firoşkar û bikarhênerên hişbirê ragihînin ji bo rê li ber belavbûna wan li herêmê bigirin.

Back to top button