Li gundekî Derayê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li gundewarê bakurê Derayê ya başûrê Sûriyeyê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li nêzî gundê Feqîh ê bakurê Derayê ya başûrê Sûriyeyê di encama êrişeke sekvaniyê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Navendê da zanîn ku êriş ji aliyê komeke çekdar ku nehat naskirin girêdayê kê ye ve hate kirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku efserê hatiye kuştin ji gundewarê Hemayê ye û di Firqeya 9’an a hikumeta Şamê de ye.

Efserê hatî kuştin li ser bendeke kontrolê ya di navbera bajarê Casim û gundê Beqîh ve kar dikir.

Li gorî daneyên Navenda Çavdêriya mafê Mirovan a Sûriyê ji destpêka Çilaya îsal ve ji ber aloziya ewlehiyê ya li Derayê 59 kes hatine kuştin.

Li Dêra Zorê di êrîşekê de, 10 çekdarên Îranê birîndar bûn

Back to top button