Li Filistînê.. Artêşa Îsraîlî baregeheke Hemasê bombebaran kir

Aloziya di navbera Îsraîl û Filistînê de gurtir bûye. Vê sibehê balafireke Îsraîlî baregeheke Hemasê ya li başûrê Xezzayê bombebaran kir.

Berdevkê artêşa Îsraîlî Efîxay Edriî diyar kir ku wan ji ber avêtina mûşekekê ji hêla Xezzayê ve, ev êrîş pêk anî û baregeha Hemasê bombebaran kir.

Hemwextî avêtina mûşekê, li bajarê Qudsa rojhilatî, pevçûn di navbera Filistînî û polîsên Îsraîlî de derket.

Li Qudis û Xezzayê zêdeyî 100 ciwan di pevçûnan de birîndar bûn

Di encamê de, zêdeyî 90 ciwan bi parçeyên bombeyên dengî û qurşînên plastîk birîndar bûn.

Li rojhilatê Xezzayê jî, di encama pevçûnên digel polîsan de, zêdeyî 5 ciwanî birîndar bûn.

Li aliyekî din, koma bi navê  “Sewaid El-Întîfade” bi daxuyaniyekê seferberiya giştî li dijî Îsraîlê ragihand.

“Divê Îsraîl rêkarên zêdekirina tengejekirinê rawestîne”

Di çarçoveyê de, Amerîka, Rûsya, YE û NY bang li Îsraîlê kir ku rêkarên zêdekirina tengejekirinê rawestîne.

Der barê geşedanên li Filistînê de, Komkara Erebî sibe Duşemê li ser asta şanderên mayînde li Qahîreyê civînekê li dar dixe.

Back to top button