Balafirên şer ên Tirkiyê herêma Amediyê bombebaran kir

Êrîşên dewleta Tirk ser xaka Başûrê kurdistanê dewam dikin û tevî nerazîbûna şêniyên Başûr, Kurdên li Rûsyayê jî êrîş şermezar kirin û bang kir ku dijî van hewldanên qirkirinê bêdengî were şkandin.
Hunermend Hesen Şerîf jî bang kir li dijî êrîşên dagirkeriyê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.

Dewleta Tirk a ku li hember berxwedana gerîla roj bi roj têk diçe, vê carê gundên tije sivîl dike armanc.

Artêşa Tirk a dagirker di nava rojê de, çend caran derdora gundê Kêste yê bajarokê Amêdiyê da ber topan.

Di dîmenan de jî diyar dibe ku dewleta Tirk nêzî xaniyên gund topbaran dike.

Ji ber vê topbaranê ziyanek mezin gihaşt milkên şêniyan.

Dewleta Tirk deverên Sirtî Zirar û Zobî Royalan ên herêma Biradost a Hewlêrê jî topbaran kirin.

Hunermendên Silêmaniyê dagirkeriya Tirk şermezar kir

Hunermendên Kurd li Silêmaniyê li dijî dagirkeriya Tirkiyê daxuyaniyek da û piştgiriya xwe bi berxwedana gerîlayan re nîşan da.

Hunermendên Silêmaniyê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û li dijî dagirkeriyê banga helwestê li gelê Kurd kir.

Welatiyên herêma Germiyan bang li hikumeta Başûr kir ku helwestê nîşan bide

Welatiyên Herêma Germiyan jî bertekên xwe dijî dagikeriyaa Tirkiyê ser xaka Başûr anîn ziman û banga helwest nîşandanê ji gel û hikûmeta Başûr kir.

Hesen Şerîf: Divê Kurd li dijî êrîşan yekîtiya xwe ava bikin

Hunermend Hesen Şerîf li ser berxwedana li gundê xwe Kêste ya Başûrê Kurdistanê bi navê ‘Zinarê Serbilind’ stranek derxist.

Hunermend Hesen Şerîf têkildarî strana xwe ya nû ‘Zinarê Serbilind’ û hewldana dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Hesen Şerîf diyar kir ku dewleta Tirk bi hincetekê êrîş dike û dixwaze destketiyên Kurdan ji holê rake.

Hunermend Hesen Şerîf diyar kir ku divê Gelê Kurd rojek berî rojekê li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin.

Kurdên li Rûsyayê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

Kurdên li herêma Krasnodar a Rûsyayê jî êrîşên dagirkeriyê ser Başûr şermezar kirin.

Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî jî hat şermezarkirin û bang hate kirin ku dijî van hewldanên qirkirinê yên li hemberî Kurdan helwestê nîşan bidin.

Back to top button